Duhê li parlementoya Ewrûpayê dengdan li ser raporta taybet ya Tirkiyeyê ya bo sala 2021an hate kirin û piştî gengeşeyeke tund û dijwar raport hat pejrandin.
Di raportê de gelek rexneyên dijwar li Tirkiyeyê hatine kirin û hatiye nivîsandin ku gelek siyasetên Tirkiyeyê dijî YEê ne û siyasetên Tirkiyeyê yên li hember Îraq, Sûriye, Qefqasiya jî beruvajî siyaset û steratejiya EYê ne.
Yekîtiya Ewrûpayê herwiha diyar kiriye ku Tirkiye di şerê Rûsye û Ukraynayê de ne zelale û lazime helwesta xwe zelal bike ka gelo li gel Rojavayê ye anjî li gel Rûsyeyê.
Di beşeke din ya raportê de behsa vê yekê hatiye kirin ku li Tirkiyeyê azadî, mafên mirovan, demokrasî, azadiya çapemenî, azadiya ramanê û serxwebûna dadweriyê nemaye lewre ev sedemên han bûne rê xweşker ku YE danûstandinên endamtiya Tirkiyeyê bicemdîne.
Di berdewamiya raportê de behsa girtina HDP, zîndanî kirina Osmana Kavala û çend kesên din jî hatiye kirin û hatiye nivîsandin ku daxistina HDPê dibe sedem ku bi temamî Tirkiye ji lîsteya welatên berbijêr bo endam bûn di nava YE de were derxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin