Dermana kanserê hat çê kirin û bilez ev nexweşiya han çareser dike.
Li gor nûçeyeke uronews nûjdar û lêkolerên zanîngeheke Amerîkî karîne piştî çê kirina dermaneke nû li dijî kanser ( penceşêr anjî seretan) bi navê Dostarlimab cerbandineke serkeftî bikin.
Li gor nûçeya han ev kesên ku rastî nexweşiya kanserê hatine, piştî 6 mehan bikar anîna dermanê Dostarlimab bi yek carî ji nexweşiya han rizgar bûne û ti nîşaneyeke nexweşiya han di nava laşê wan de nemaye.
Ev cerbandina han li ser 14 nexweşan hatiye kirin û piştî 6 mehan derketiye ku ti nîşaneyeke vê nexweşiyê di nava laşê wan de nemaye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin