Mesrûr Barzanî: Me hevkariya kargehan kiriye

dibêje em dixwazin kerta çandiniyê bo dabîn kirina sayîşa xwerakê pêş de bibin.
کوردستان TV
100%

Dibêje em rê nadin buhayên pêdiviyan giran bibe.

Îro sêşem li Dihukê bi beşdariya Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, merasîmek bo danîna hîma bingehîn ya çend kargehên girîng û steratejîkî hate avêtin.

Di heman merasîmê de Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û rgaihand ku hevkariya kargeh û navewaxaneyan kirine daku rê nedin buhayê pêdiviyên jiyana xelkê giran bibe.

Serokwezîr di gotara xwe de eşkere kir ku yek ji xalên herî sereke ya bernameya kabîneya 9an ya hikûmeta Kurdistanê dabîn kirina asayîşa xwerak, afirandina derfetên karî û bi pîşeyî kirina Kurdistanê ye û bo vê yekê jî me gelek gavên girîng avêtine û ev projeyên ku îro li Dihukê kevira bingehîn ya wan tê danîn di çarçoveya heman bernameyê dene.

Mesrûr Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, bo pêşde birina kerta çandinî û girîngîdan bi vê kertê tevahiya hewlên xwe bi tevger kirine û dixwazin bi rêya vê kerta han gelek kêşeyên heyî çareser bikin bi taybetî di warê dabîn kirina xwerak û pêdiviyên din yên jiyana rojane.

Barzanî got: Em dixwazin Kurdistan bibe xwedan berhemên navxweyî yên xwe û em hewl didin berhemên Kurdistanî bigehînin bazarên cîhanê.

Nav hatî diyar kir ku, bi pêşde birina kerta çandiniyê kerta pîşesazî jî pêş dikeve û em daxwaz ji kesên pispor û navendên akademîkî dikin ku bi zanista xwe û rêyên zanistî bo rûbirû bûna qirîza hevkariya me bikin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.