Heta niha derbarê zirarên êrîşê de ti zaniyarî nehatine belavkirin.
Li gor jêderên çapemeniyê, duhê bişev artêşa Îsraîlê bi mûşekan êrîşî ser navçeya Kiswe ya li Başûrê Dîmeşqa paytexta Sûriyeyê kiriye.
Hate zanîn ku artêşa Îsraîlê bi 10 mûşekan ev êrîş pêk aniye.
Ji aliyê xwe ve çapemeniya rejîmê jî dibêje sîstema berevaniya esmanî ya Sûrî kariye mûşekan pûç bike lê çapemeniya rejîmê jî dibêje zirarên mezin yên madî ber deverê ketine.
Heta niha Îsraîl derbarê zirarên êrîşa han de ti zaniyarî belav nekiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin