Li Îraqê 14 terorîst hatin girtin

3 berpirsên mezin yên DIŞIê jî di nava girtiyan dene.
کوردستان TV
100%

Hêzên ewlekarî li dijî terorîstên DIŞIê operasiyon kirine.

Komîteya çapemeniyê ya ewlekarî ya ser bi Serokatiya civata wezîran ya Îraqê ragihand ku li Bexdayê hêzên ewlekarî operasiyoneke berfire li dijî terorîstên DIŞIê lidar xistine.

Li gor daxuyaniya komîteya han di encama operasiyona han de li Bexdayê 14 terorîstên DIŞIê hatine girtin.

Hate zanîn ku di encama operasiyona han de yaku li taxên curbicur yên Bexdayê hatiye lidarxistin, 3 Berpirsên mezin yên terorîstên DIŞIê jî hatine girtin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.