Li nexweşxaneyeke Silêmanî canê xwe ji dest dane.
Li gor daxuyaniya birêveberatiya tendirostiya Silêmanî tenê di meha Gulanê de li nexweşxaneya şar ya li Silêmanî 110 welatî jiber nexweşiyên curbicur canê xwe ji dest dane.
Her di heman mehê de bi giştî 24 hezar û 548 welatiyên nexweş bo derman kirinê serdana nexweşxaneya şar y a li Silêmanî kirine û ji aliyê nûjdaran ve hatine çareserkirin û 110 ji wan welatiyan canê xwe ji dest dane.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin