Serokwezîr li gel balyozê Brîtanyayê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê kir û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro yekşem 5ê Hezîranê me pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Mark Bryson-Richardson kir.
Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Brîtanyayê yê li Hewlêrê birêz David Hunt jî têde amadebû, balyozê Brîtanyayê behsa serdana me ya serkeftî ya bo Brîtanyayê û pêşwazî kirin ji me di asteke bilind de û civîn û hevdîtinên me kirk u dibin sedema pêşxistina zêdetir ya têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Birîtanyayê.
Bi taybetî biryara aliyên têkildar yên her du aliyan kar li ser encamên serdan di warên perwerdehî û xwendina bilind, tendirostî û hemahengiya leşkerî bo rûbirû bûna gef û metirsiyên terorîstan bikin.
Di berdewamiya civînê de me spasiya piştîvaniyên berdewam yên Brîtanyayê kir û balkêşande ser xwesteke herêma Kurdistanê ya bo pere pêdana têkiliyan di tevahiya waran de.
Rewşa giştî ya Îraqê û girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera hikûmeta herêma Kurdistan û hikûmeta federalî bi rêya diyalogê û li ser esasê destûrê, mijarên din yên civîna me bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin