Li Pîrmamê Serok Barzanî li gel balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê civiya.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Mark Braison kir.
Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Brîtanyayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû, behsa rewşa giştî ya Îraqê, prosesa siyasiya vê welatî û astengiyên heyî yên berdem ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê hate kirin.
Her di heman civînê de behsa biryarên dadgeha fedralî ya Îraqê yên derbarê qanûna petrol û gazê ya Kurdistanê hate kirin û Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, girêdayî bûn bi destûr û diyalogê çareseriya herî baş ya kêşeyên Îraqê ye. Derbarê rewşa herêma Kurdistanê û pêbendî bi mafên kemîneyan jî Serok Barzanî anî ziman ku Kurdistan berdewam dibe li ser parastina tevahiya mafên pêkhateyan.
Têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê mijareke din ya civînê bû balyozê Brîtanyayê pêbendiya welatê xwe bi encamên serdana Serokê herêmê bo Brîtanyaê û xwesteke welatê xwe ya bo pêşde birina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin