Gencên Îraqî vê bi zorê bo leşkeriyê werin veguhastin

bernivîsa projeyê hatiye amadekirin vê piştî nîqaşan radestî parlementoyê were kirin.
کوردستان TV
100%

Bernivîsa proje qanûna han hatiye amadekirin.

Komîteya ewlekariyê ya parlementoya Îraqê eşkere kir ku, bernivîsa proje qanûna leşkeriya neçar dîsa ketine rojeva parlementoya Îraqê.

Li gor bernivîsa projeya han eger were pejrandin, vê her ciwaneke Îraqî ku temenê vê ji 18 salî zêdetir be, lazime leşkeriya nerçarî bike.

Ev proje qanûna han heman proje qanûna berê ye û tê de hinek guhertin hatine kirin bi taybetî derbarê mûçeya mehane ya leşkeran û vekirina navendên leşkerî li seraserê Îraqê.

Hîn jî ev proje qanûn neketiye rojeva parlementoyê û ne diyare ka parlemen projeyê qebûl dike an na?

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.