Tirkiye bû hevbeşê diziyên Rûsyeyê

dibêje Rûsye genimên ku ji Ukraynayê didize li Tirkiyeyê diforoşe.
کوردستان TV
100%

Kîev dibêje genimê Ukrayna ku Rûsya didize li Tirkiyê tê firotin.

Balyozê Kîevê yê li Enqere Vasyl Bodnar duhê Înê diyar kir ku hin welatiyên Tirkiyê di nav wan kiryaran de ne ku genimê ku Rûsya ji Ukrayna diziye dikirin.

Bodnar got: Rûsya bi awayekî bêşerm genimê Ukrayna didize û ji Kirima dagirkirî derdixe, piştre jî van dexlan dişîne welatên derve, Tirkîye jî di nav wan welatan de ye.

Vasyl Bodnar ragihand ku wî ji Tirkiyê alîkarî xwestiye ku werin kesên berpirsên wan kiryarane tespît kirin û girtin.

Bodnar got: Wî bi berdewamî da zanîn ku Ukrayna bi Tirkiyê û Înterpolê re bo dîtina sûcdaran dixebite.

"Me bang li Tirkiyê kir ku alîkarîya me bike û li gor ragihandina karbidestên Tirk di derbarê kesên ku genim didizin û difroşin de dozên tawanbariyê werin têne vekirin,"

Bolyozê Ukraynî herwiha eşkere kir ku keştiyên ku tevlî veguhestina genimên dizî bûne keştiyên bi navên Nadezhda, Finikia, Sormivskiy, Vera û Mikhail Nenashev in.

Balyozxaneya Ukrayna ya li Beyrûtê vê hefteyê ji Reutersê re gotibû, Rûsya nêzî 100 hezar ton genimê dizî ji Sûrîyê re şandiye.

Nêzî yek ji sê para hewcedarîya tevahîya genim ya cîhanî ji Rûsya û Ukrayna tê peyda kirin.

Lê, hevdem Rûsya bi pîran gubre û Ukrayna jî lazût û rûnê gulberojkê ji welatên din dikirin.

Derfirotina qenim û dexlên Ukrayna ku ji ser benderên xwê yên li Derya Reş vediguhezî jiber dagirkeriya Rûsya rawest rawestîye, bi qasî 20 mîlyon ton genim asê maye.

Şer, krîza xwarinê ya cihanî mezin kiriye, jibe vê yekê jî Neteweyên Yekbûyî( NY) bo çareseriyê planeke jinûve vekirina rêyên keştîyan ji Odesa û benderên din yên Ukrayna amade kir.

Hejayê balkişandinê ye ku daxuyanîyên balyozê Ukraynî yên îro di demeke de pêk tên, berîya ku Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov wê di 8'ê Hezîranê de serdana Tirkiyê bike, ku welatekî endamê NATO'ye.

Ji voayê h atiye wergirtin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.