Hijmara miriyên Abadanê zêde bû

hefteya derbasbûyî li Abadanê bînayeke 10 tabiq herifî bû.
کوردستان TV
100%

Hefteya derbasbûyî bînayeke mezin hilweşî bû.

Li gor çapemeniya Îranê hijmara wan kesên ku di encama herifîn û hilweşîna bînayeke 10 tabiq li bajarê Abadanê ya li Başûrê Îranê canê xwe ji dest dane zêde bûye.

Çapemeniya Îranê diyar kiriye ku heta niha bi giştî 36 kes di encama bûyerê de canê xwe ji dest dane û hîn jî lêgerîn li cîhê bûyerê berdewame lewre fikar hene ku hijmara miriyan hîn zêdetir bibe.

Weke tê zanîn jiber ev bûyera han nêzî 10 rojane li Abadan û eyaleta Xûzistanê ya li Başûrê Îranê xwepîşandan hene.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.