Mihemed bin Selman naçe Tirkiyeyê

wezîrê der ve yê Tirkiyeyê dibêje Bin Selman serdana xwe bo demeke nediyar paş xistiye.
کوردستان TV
100%

Beriya niha Erdogan amadekarî kiribû ku pêşwaziya wî bike.

Hewldanên Tirkiyeyê yên bo normal kirina têkiliyên xwe yên li gel Siûdiyeyê de berdewamin û biryar bû piştî serdana Erdogan ya bo Siûdiyeyê Welîehdê vê welatî Mihemed Bin Selman jî serdana Tirkiyeyê bike.

Hefteya derbasbûyî çapemeniya Tirkiyeyê belav kiribû ku Serokkomarê vê welatî Receb Teyyib Erdogan dest bi amadekarî bo pêşwazî kirina Bin Selman kiriye û li bende ku Bin Selman bigehêje Enqereyê.

Lê piştî derbasbûna çend rojan, duhê wezîrê derve yê Tirkiyeyê diyar kir ku, serdana Bin Selman bo demeke nediyar hatiye paşxistin û nav hatî niha serdana Tirkiyeyê nake.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.