Ev cîh û milkên han bi awayeke derqanûnî hatibûn dagîrkirin.
Îdareya Emlak ya Îraqê ragihandiye ku di çarçoveya hewldanên hikûmeta Îraqê de yên bo vegerandina milk û malên giştî yên hikûmetên yên ku ji aliyê kom û berpirsan ve bi awayeke derqanûnî hatibûn dagîrkirin, bo hikûmetê hatine vegerandin.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku hikûmet kariye heta niha bi giştî 453 milk û malên giştî ji wan kom û kesan bistîne û vegerîne bo ser xezîneya giştî ya hikûmetê.
Hate zanîn ku hinek ji komên derqanûnî yên Îraqê jî gef li hikûmetê kirine û gotine vê dîsa wan cîh û milkan bi şêwazên din dîsa ji hikûmetê bistînin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin