Ukrayna dibêje derbên gelek dijwar li artêşa Rûsyeyê dane.
Serfermandariya giştî ya artêşa Ukraynayê ragihand ku piştî ev derbên dijwar ku ji aliyê artêşa Ukraynayê ve li artêşa Rûsyeyê hatine xistin, artêşa Rûsyeyê neçar bûye ku ji herêma Nikolayevka ya ser bi bajarê Herson vekêşe.
Li gor daxuyaniyê, artêşa Rûsyeyê kuştî û birîndarên xwe jî hêştiye û gelek tank û tirimbîlên leşkerî yên wan jî ketine destê artêşa Ukraynayê.
Weke tê zanîn ev 97 roje şerê navbera Ukranya û Rûsyeyê berdewame.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin