Îraq rastî kêşeya elektirîkê hat

Îran daxwaze pereyên xwe dike û Îraq jî dibêje pere tuneye.
کوردستان TV
100%

Îran henardina gazê bo Îraqê kêm kiriye.

Wezareta elektirîkê ya Îraqê ragihand ku jiber, qerên Îranê yên li ser Îraqê Îran rêjeya henarde kirina gaza xwezayî bo Îraqê kêm kiriye.

Wezareta elektirîkê ya Îraqê diyar kiriye ku ev demeke Îran daxwaza qerên xwe ji Îraqê dike, Îraq jî heta niha weke pêwîst nikariye pereyên gaza xwezayî yaku ji Îranê hawirde dike, bide, lewre Îran rêjeya henarde kirina gaza xwezayî bo Îraqê kêm kiriye û ev yek jî bûye sedem ku Îraqê rastî kêşeya elektirîkê were û niha dema dabeş kirina elektirîka giştî li ser bajar û bajarokên Îraqê gelek kêm bûye.

Wezareta elektirîkê herwiha diyar kiriye ku Îran beriya niha demek bo Îraqê diyarî kiribû daku qerên xwe bide lê Îraq di vê warê de gavên pêwîst ne avêtiye.

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.