Serokwezîr li gel şandeke ajansa JICA ya Japonî civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel birêveberê giştî yê ajansa JICA ya Japonî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro duşem 30ê Gulana 2022an me pêşwaziya şandeke ajansa Japonî ya bo hevkariya navnetewî JICA bi Serokatiya birêveberê giştî yê vê ajansê Jane Unida kir.
Di destpêka civînê de birêveberê JICA li li Îraqê bi awayeke kurt behsa kar û projeyên vê ajansê li herêma Kurdistanê kir ku, bi hevkarî û hemahengiya hikûmeta herêma Kurdistanê çend projeyên curbicur di warê av û kanalîzasiyonê, elektirîk û çandiniyê cîhbicîh dikin û girîngtirîna wan jî hevkarî kirina wezareta Şaredarî û torîzimê di warê ser rast kirina master plana bajarê Hewlêrê ku dikare bibe mînakek bo bajarên din yên herêma Kurdistanê.
Herwiha hevkarî kirin bo ava kirina stasiyona karûavî ya li Dêrelokê û pêşde birina gehandina avê li Helebce û nûjen kirina mûzexaneya bajarê Silêmanî û çend projeyên din.
Di berdewamiya civînê de me spasiya hevkarî û hemahengiyên JICA kir ku, li gel hikûmeta herêma Kurdistanê, kar û projeyên xwe bi awayeke pîşeyî cîhbicîh dike û me xwesteke xwe ya bo sûd wergirtina herêma Kurdistanê ji psporiya Japoniyan bo pêşde birina jêrxana abûriya Kurdistanê anî ziman.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin