Îsraîl huşdarî dide welatiyên xwe

dibêje li Tirkiyeyê rewş aloze û metirsiyên mezin li ser welatiyên Îsraîlî hene.
کوردستان TV
100%

Dibêje bila bi ti awayekê serdana Tirkiyeyê nekin.

Piştî kuştina Fermandarekî Îranî li Tehranê û tawanbar kirina Îsraîlê bi vê bûyerê û gefên rayedarên Îranî bo tole stendinê, hikûmeta Îsraîlê daxuyaniyek belav kir û têde huşdarî daye welatiyên Îsraîlî.

Di daxuyaniya hikûmeta Îsraîlê de hatiye diyarkirin ku di wan demên dawî de li Tirkiyeyê rewş aloze, metirsiyên mezin li ser can û ewlekariya welatiyên Îsraîlî heye lewre lazime welatiyên Îsraîlî bi ti awayî serdana Tirkiyeyê nekin.

Weke tê zanîn di 22ê vê mehê de li Tehranê Fermandarekî spaha Pasdaran li berdem mala xwe ya li Tehranê hatibû kuştin.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.