Xwepîşander dibêjin Tirkiye terorê belav dike.
Şêniyên bajarê Helebê li dijî Tirkiye û operasiyonên Tirkiyeyê yên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û herwiha hebûna hêzên leşkerî yên Tirk li Sûriyeyê xwepîşandaneke mezin lidar xistin.
Xwepîşander bi qirîna diroşmeyên na bo terorê, li dijî rejîma Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê xwepîşandan kirin û ragihandin ku em li dijî operasiyonên Tirkiye û hebûna hêzên leşkerî yên Tirk li Sûriyeyê ne, jiber ku Tirkiye li wan deveran bi piştîvanî kirina komên tororîst, dixwaze aştiyê ji nav bibe û terorê belav bike.
Xwepîşander eşkere kirin ku Osmaniyên nû ku weke roviyanin dixwazên warên me dagîr bikin û em rê nadin dagîrkeriya wan.
Hemwextî xwepîşandana Helebê li Til Refetê jî bi heman mebestê xwepîşandan hate kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin