Di konferansekê de gotarek pêşkêş kir.
Niha di wan kêliyan de li Hewlêrê konferansek bi navê konferansa aştî bi rêya miyanereviyê tê lidarxistin.
Di konferansa han de yaku bi hevbeşiya navbera navnda Spark û Konsulusxaneya Holendayê ya li Hewlêrê hatiye organîzekirin, Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî beşdare.
Niha Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotar pêşkêş dike û qala girîngiya aştiyê li herêmê, aştiya navbera tevahiya pêkhateyan û aştiya civakî û miyanereviyê dike.
Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de behsa girîngiya miyanereviyê bo dabîn kirina aştiyeke mayinde dike û dibêje miyanerevî di nava malbet, perwerde, siyaset û jiyana rojane ya civakê de gelek girînge jiber ku eger miyanerevî nebe vê demê aştiyeke rastîn jî nayê dabînkirin.
Serokê herêmê herwiha balkêşande ser girîngiya miyanereviya olî û ragihand ku eger di oldarî de miyanerevî nebe, hev û du qebûl kirin nebe vê demê derfet bo derketina komên radîkal yên olî weke Qaîde û DIŞIê.
Barzanî dibêje heta niha li Kurdistanê de çanda bihevre jiyana olî û hev û du qebûl kirin bûye weke mînakek bo Îraq û deverê, lê hîn jî lazime aştî û hev û du qebûl kirin zêdetir bihêz bibe daku li deverê de aştî hebe.
Nav hatî di beşeke din ji gotara xwe de behsa prosesa siyasî ya Îraqê dike û dibêje ev qirîza siyasî yaku niha li Îraqê de heye, jiber nebûna miyanereviyê ye û lazime Îraq, Kurdistan û tevahiya pêkhateyên ku li Kurdistanê de hene, xwendineke nû bo mafên wan bikin.
Serokê herêma Kurdistanê herwiha dibêje di demên derbasbûyî de Îraq û deverê bi giştî jiber nebûna aştî rastî karesat û qirîzên mezin hene, lewre lazime em sûd ji demên derbasbûyî wer bigirin û tevahiya hewlên xwe bo dabîn kirina aştiyê bi tevger bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin