Dijî rejîm û rayedarên Îranê diroşme diqêrin.
Duhê bişev rewşa parêzgeha Xûzistanê ya li Başûrê Îranê gelek aloze, di navbera xwepîşander û hêzên ewlekarî de şer û pevçûn hene.
Duhê bişev li bajarê Abadanê, di navbera hêzên ewlekarî û xwepîşanderan de pevçûn qewmî û çek jî hate bikar anîn.
Kêliyek piştî vê bûyerê eşîrên Ereb yên li Xûzistanê jî dest bi serhildanê li dijî rejîmê kirin û dibêjin eger hêzên dagîrker yên rejîmê ji bajar û gundên mer dernekevin emê çek li dijî wan bikar bînin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin