Îro li gel wezareta Şaredarî û torîzmê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya bernameya serdana xwe ya bo tevahiya wezaretan, serdana wezareta Şaredarî û torîzmê kir û piştî serdanê jî Serokwezîr wisa nivîsand
Îro yekşem 29ê Gulana 2022an me serdana wezareta Şaredarî û torîzimê kir weke beşek ji bernameya serdan kirina tevahiya wezaretan.
Me bi amadebûna wezîrê Şaredarî û torîzmê Sasan Ewnî, gerînendetiya civîneke taybet li gel civata wezaret, Şêwirmend û birêveberên giştî û Serokên Şaredariyên parêzgehan û îdareyên serbixwe kir.
Di destpêka civînê de, wezîrê Şaredarî û torîzimê bi awayeke kurt behsa kar û çalakiyên wezaret û planên wan yên bo zêdetir xizmet kirina welatiyan û baştir cîhbicîh kirina karnameya kabîneya 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê kir.
Pişt re me di gotarekê de behsa vê yekê kirk u lazime berpirsên hikûmetê weke yek tîm kar bikin bo cîhbicîh kirina karnameya hikûmetê ku armanc ji xizmet kirina welatiyane bi awayeke hêja û cîhbicîh kirina karûbarên wan bilez û dûr ji her cure rûtînekê.
Me di gotara xwe de balkêşande ser girîngiya wezareta Şaredarî û torîzmê ku yek ji wan wezaretaye ku bi awayeke zêde elaqedarî jiyana xelkê dibe, lewre me berpirsên wezaretê pîwerdar kirin ku tevahiya hewlên xwe bo baştir xizmet kirin û cîhbicîh kirina erk û pîwerdariyan bitevger bikin.
Di berdewamiya civînê de me behsa torîzmê û girîngiya kar kirin li ser pêşde birina torîzmê û girîngî dan bi cîhên torîstîkî yên li herêma Kurdistanê kir ku, dibe bibin weke çavkaniyeke girîng ya dahata herêma Kurdistanê. Herwiha behsa girîngiya parastina jîngeh û paqêjiya bajar û deverên Kurdistanê kir û tekez kir ku ev yek erkê tevahiya welatiyên Kurdistanê ye û lazime her kes bi awayeke berpirsiyarane li hember vê mijarê nizîkatî bike jiber ku parastin û paqêjiya jîngehê parastina jiyane.
Di beşeke din ya civînê de me tekez li ser zêdetir kirina keskatî li bajarên Kurdistanê de kir bo dabîn kirina jîngeheke tendirost û balkêşande ser vê yekê ku lazime di dariştina master plana bajaran, şêwaz û çawetiya berfire kirina wan de, merc û pîwerên navnetewî yên taybet bi jîngeh, tendirostî, keskatî û xizmetgozariyên giştî li ber çaw werin girtin.
Di dawiya civînê de çend pêşniyar û têbînî ji aliyê beşdarvanan bi mebesta pêşxistina zêdetir ya dezgehên hikûmet û xizmet kirina welatiyan hatin pêşkêşkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin