Tirkiye û cîhadî duhê bişev gelek dever topbaran kirin

zirarên mezin yên madî ber xanî û tirimbîlên welatiyan ketine.
کوردستان TV
100%

Hin navendên HSDê jî hatine topbarankirin.

Topxaneya Artêşa Tirkiyê 4 gundên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê yên di kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de topbaran kirin. Ji ber topbaranê zirar gihişt mal û otomobîlên welatiyan.

Li gor çavkaniyên xwecihî, topxaneya artêşa Tirkiyê şeva Çarşembê 25ê Gulanê çar gundên Bênê, Ziyaretê, Xirêbkê û Aqîbê li nahyeya Şêrawa ya Efrînê bi tundî topbaran kirine.

Di encama topbaranê de, ziyanên mezin gihiştine mal û otomobîlên nişteciyên wan gundan, lê heta niha ti zanyarî derbarê ziyanên canî de nehatine belavkirin.

Li herdu herêmên Minbic û Til Temirê jî, hêzên Tirkiyê çend deverên di bin destê HSDê de topbaran kirin.

Weke tê zanîn beriya du rojan Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan dîsa gef li Rojavayê Kurdistanê kiribû û gotibû emê operasiyoneke din bidim meşandin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.