Mesrûr Barzanî: Lazime xelkê Kurdistanê berevanî ji mafên xwe yên destûrî bike

Mesrûr Barzanî dibêje lazime tevahiya pêkhateyên Kurdistanê berevanî ji destkeft û mafên xwe yên destûrî bikin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr bo bîranîna şoreşa Gulanê peyamek weşand.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera destpê kirina şoreşa Gulanê de peyameke weşand ku ev jî naveroka vê peyamê ye;

Bi minasebeta 46mîn salvegera destpê  kirina şoreşa Gulanê, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî cenabê Serok Mesûd Barzanî, pêşmergeyên qehreman û beşdarên şoreşê û kesûkarên serfiraz yên şehîdan dikim.

Şoreşa Gulanê weke domdarê şoreşa Îlonê, xewnên neyarên Kurdistanê têk bir ku dixwestin gelê Kurdistanê ji nav bibin. Jiber vê çendê ev şoreşa han peyama bihêz ya gelê Kurdistanê bû ku stem û dagîrkeriyê red dike û ti carî dev ji mafên xwe yên reva ber nade, bo vê yekê jî gelek qurbanî hatin dayîn û çend dastanên lehengiyê yên mezin di dîroka xebata gelê Kurdistanê de hatin tomarkirin ku yek ji wan jî dastana dîroka Xwakûrkêye bi Serokatiya Serok Barzanî.

Îro di demekê de salvegera şoreşa han bi bîrtînin ku xebatê gelê Kurdistanê ya bo parastin û berevanî kirin ji destkeft û dezgehên fermî, didome û lazime xelkê Kurdistanê bi tevahiya aliyên xwe ve, berevanî ji mafên xwe yên destûrî yên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin bike.

Di bîranîna salvegera destpê kirina şoreşa Gulanê de, bi rêzdarî ve tevahiya pêşmergeyên qehreman û beşdarên şoreşê bi bîrtînin û bi taybetî jî şehîdê Serkirde Îdrîs Barzanî.

Silav bo rihê paqêj yê şehîdên şoreşa Gulanê û tevahiya şehîdên Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

26ê Gulana 2022

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.