Daxuyaniya hevbeş ya civîna PDK û YNK

PDK û YNK tekez li ser piştîvaniya xwe bo hikûmeta Kurdistanê dikin.
کوردستان TV
100%

Îro PDK û YNK li Hewlêrê bi Serokatiya Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo giftûgo kirin li ser çend mijaran civiyan û piştî civînê jî daxuyaniyeke hevbeş hate weşandin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku civîn gelek baş bûye, jihev fêmkirineke baş di navbera her du aliyan de li ser tevahiya mijaran heye.

Her di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku her du alî tekez li ser piştîvaniya xwe bo hikûmeta herêma Kurdistanê kirin û eşkere kirine ku lazime tevahiya komîteyên hevbeş werin ektîfkirin û kar û çalakiyên xwe bidomînin.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de hatiye nivîsandin ku her du alî li ser vê yekê ku şerê mîdiyayî li dijî hev bi dawî bînin lihev kirine.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.