Rayedarekî spaha Pasdaran dibêje nabe yek ji wan zarokan bibin berpirs.
Fermandarê emeliyatên bejahî ( operasiyonên bejahî) yê spaha Pasdaran ya Îranê Murteza Mîriyan ragihand ku zêdetir ji 4 hezar zarokên berpirs û rayedarên Îranî li Amerîka, Ewrûpa û Kanada dijîn û dixwînin.
Murteza Mîriyan eşkere kiriye ku mehane û salane pereke gelek zêde ya hikûmetê jî bo wan zarokan tê serifkirin û nabe bi ti awayî di pêşerojê de yek ji wan li Îranê bibe xwedan berpirsiyartî.
Nav hatî rewşa niha ya rayedarên Îranê û zarokên wan weke rewşa Sedam û Zarokên Sedam wesif kiriye ûr agihandiye ku di dema şerê Îraqê de ti zarokekî Sedam li cem Sedam nebû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin