Balefirxaneya Silêmanî hate daxistin

ev du roje li Kurdistanê toz û xwelî dibare.
کوردستان TV
100%

Duhê jî ya Hewlêrê hatibû daxistin.

Birêveberatiya balefirxaneya Silêmanî ragihand ku jibe rev pêla toz û xwelîbarînê yaku ev du roje Kurdistan daye berxwe, liv û tevgerên balefirxaneyê hatine rawestandin.

Jiber pêla dijwar ya xwelîbarînê asta dîtinê ketiye jêr 200 metreyan lewre ev yek bûye kêşe bo liv û tevgerên balefirxaneyê.

Weke tê zanîn ev du roje li Kurdistanê jî xwelîbarîn heye û duhê jî jiber heman sedemê balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê hatibû daxistin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.