Behsa kar û çalakiyên Xaça Sor hate kirin.
Di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe yên li Davosê de îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê Xaça Sor ya Navnetewî Peter Maurer civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro duşem 23ê Gulana 2022an li gel Serokê Xaça Sor ya navnetewî Peter Maurer civiyan.
Di civînê de me giftûgo derbarê kar û çalakiyên Xaça Sor ya navnetewî li Îraq û herêma Kurdistanê de kir û tekez li ser pêşde birina hemahengiya navbera Xaça Sor û dezgehên hikûmeta herêma Kurdistanê bo hevkarî kirina niyazmendan bi taybetî ewin ku xwedan pêdiviyên taybetin kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin