Îran û Eman têkiliyên xwe berfiretir dikin

Îran dixwaze li gel hin welatên Erebî têkiliyên xwe bihêztir bike.
کوردستان TV
100%

Îro Serokkomarê Îranê diçe Emanê.

Biryare îro Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî serdana Emanê bike û li gel rayedarên vê welatî civîn û hevdîtinan pêk bîne.

Li gor çapemeniya Îranê Serokkomarê vê welatî beriya ku ber bi Emanê ve birê bikeve ji çapemeniya Îranê re ragihandiye ku Îranê dixwaze têkiliyên xwe li gel Emanê di her warekî de berfiretir û bihêztir bike û armanc ji vê serdana han jî bo vê yekê ye.

Weke tê zanîn ev demêke ku Îran dest bi hewldan bo bihêztir kirina têkiliyên xwe li gel hin welatên Erebî û normal kirina têkiliyên xwe yên li gel Siûdiyeyê kiriye.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.