Nexweşiyeke metirsîdar li Îraqê belav dibe

heta niha 18 kes jiber vê nexweşiyê canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Heta niha nêzî 100 kesan bi nexweşiya han ketine.

Wezareta tendirostî û jîngehê ya Îraqê ragihand ku nexweşiya xwîn rijîn ( xwîn berbûn) bi awayeke bilez li Îraqê belav dibe.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostiya Îraqê heta niha li vê welatî 90 kes bi nexweşiya han ketine û 18 kes jî jiber nexweşiya han canê xwe ji dest dane.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku jiber hebûna haletên gomanbar mimkune hijmara pêketî û miriyan bi nexweşiya han zêdetir bibe.

 

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.