Li Colemêrgê gelek kes birîndar bûn

ev kompaniya ku medenê ava dike ser bi AKPê ye.
کوردستان TV
100%

Polîs jî gelek kes binçav kirine.

Li gor zaniyariyên ji Bakûrê Kurdistanê, îro li bajarê Colemêrgê şêniyan li dijî ava kirina medenek li vê deverê dest bi xwepîşandanê kirine.

Lê hêzên polîs û artêşa Tirkiyeyê êrîşî ser şêniyan kirine û di encama êrîşan de herî kêm 6 kes birîndar bûne û gelek kes jî ji aliyê polîs û leşkerên Tirk ve hatine girtin.

Tê gotin ku kompaniyeke ser bi AKP dixwaze li navçeya Harê ya li Colemêrgê medenek ava bike û xelk jî li dijî vê yekê dest bi xwepîşandanan kiriye.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.