Rûsye: Helwesta me bi bicîh kirina çekan ve girêdayiye

Rûsye dibêje nabe NATO çekan li Swêdê bicîh bike.
کوردستان TV
100%

Qirîza endam bûna Swêd û Fenlenda li NATO yê didome.

Qirîza navbera Rûsye, NATO, Swêd û Fenlendayê li dor wergirtina Swêd û Fenlenda weke endamên NATOyê didome.

Di vê çarçoveyê de duhê balyoza Swêdê ya li Moskowayê Malena Mard li gel Cîgirê wezîrê derve yê Rûsyeyê Vladimir Titov civiyaye û di civînê de behsa vê mijarê hatiye kirin.

Di civîna han de Rûsye ji Swêdê re gotiye ku berevanî kirin ji ewlekariya nîştimanî mafê her welatekêye û helwesta tund ya Rûsyeyê ya li hember endam bûna Swêdê li NATOyê girêdayî bicîh kirina çekên NATO ye li Swêdê û eger NATO Swêd pirçek bike û çekan di nava axa Swêdê de bicîh bike vê demê Rûsye vê helwesteke tund raber bike.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.