Amerîka welatiyên xwe li Tirkiyeyê agehdar dike

balyozxaneya Amerîkayê dibêje şemî li Îstenbûlê tiştên nexwestî çê dibin.
کوردستان TV
100%

Dibêje xwe ji wan meting û komcivînan bidûr bigirin.

Biryare roja şemî CHP li Îstenbûlê metîngeke mezin organîze bike û balyozxaneya Amerîkayê ya li Tirkiyeyê jî huşdarî dide welatiyên Amerîkî yên li Tirkiyeyê.

Di daxuyaniya balyozxaneya Amerîkayê de hatiye diyarkirin ku beriya niha di komcivînên wisa da bûyerên curbicur qewmîne û polîs dijî amadebûyan tundûtîjî bikar aniye lewre lazime welatiyên Amerîkî di vê pêvajoyê de gelek baldar bin û xwe nêzî cîhên komcivîn û metîngan nekin bi taybetî komcivîna girseyî ya CHP yaku roja şemî li Îstenbûlê tê organîzekirin jiber ku mimkune bûyerên nexwestî çê bibin û tundûtîjî û aloziyên texmînnekirî çê bibin.

 

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.