Li Colemêrgê jinek di dema çinîna pincarê biharê de canê xwe ji dest da

li çiyayê ketiye xwarê û canê xwe ji dest daye.
کوردستان TV
100%

Li gundekî bajarê Colemêrg yê Bakurê Kurdistanê jinek di dema çinîna pincarê biharê de canê xwe ji dest da.

Li gor nûçeyeke basnewsê duhî li gundê Xenanîs yê Colemêrgê, jineka 52 salî bi navê Medîne Koç di dema çinîna pincarê biharê de li ser zinarekî ket û giran birîndar bû.

Li gorî agahiyan, piştî ku tîmên tenduristiyê ew birin nexweşxaneya Colemêrgê, li wir canê xwe ji dest da.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.