Serokwezîr pêşwaziya wezîra dad ya Holendayê kir

behsa domandina piştîvaniyên bo Kurdistanê jî hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa hemahengiya navbera desthilatên dadweriyê yên her du aliyan hate kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel wezîra dad ya Holendayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand:

Îro çarşem 18 Gulana 2022an me pêşwaziya wezîra dad ya Holendayê Xatû Dîlan Yeşîlgoz kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê pere pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Holendayê kir bi taybetî hemahengiya navbera desthilatên dadweriyê yên her du aliyan.

Di mijareke din ya civînê de me nîqaş li ser girîngiya berdewam bûna piştgîriya herêma Kurdistanê bo rûbirû bûna terorîstên DIŞIê û bi hawar hatina meydanî ya qurbaniyên destê tawanên terorîstên DIŞIê kir.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.