Li Îlamê 4 kes hatin kuştin

di bûyera han de 7 kesên din jî birîndar bûne.
کوردستان TV
100%

Bikuj piştî bûyerê xwe jî kuştiye.

Li gor çapemeniya Îran û Rojhilatê Kurdistanê, îro çarşem danê sibê, Fermanberek di dema cîhbicîh kirina pîwerdariya xwe de çend kes weke barmite girtiye, sê ji wan kuştiye û 7 kesên din jî birîndar kiriye û pişt re jî xwe kuştiye.

Rayedarên Polîsê Îlamê ragihandine ku bikuj karmendê berê yê dezgeha hikma hejaran bûye, îro çûye vê navendê û li gel karmendên navendê bişer hatiye, bi çek 3 ji wan karmendan kuştiye û 7 karmendên din jî birîndar kiriye û pişt re jî xwe kuştiye.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.