Wezîrên derve yên Îran û Siûdiyeyê dicivin

dema vê civîna han nehatiye diyarkirin.
کوردستان TV
100%

Li Bexdayê dicivin.

Parlementerekî Îranî ragihandiye ku biryare di rojên pêşiya me de wezîrê derve yê Îranê Emîrhusên Ebdulahiyan serdana Bexdayê dike û li gel wezîrê derve yê Siûdiyeyê dicive.

Ev parlementerê Îranî eşkere kiriye ku di civîn û hevdîtinan de giftûgo li ser têkiliyên navbera Siûdiye û Îran û çawetiya normal kirina têkiliyên navbera wan du welatan tê kirin.

Weke tê zanîn danûstandin û civînên navbera Îran û Siûdiyeyê ji meha Nîsana 2021an li Bexdayê bi awayeke nihênî destpê kiribûn.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.