Serokwezîrê Kurdistanê spasiya balyozê Swîsê yê li Îraq û Urdinê kir.
Êwara îro sêşem Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Swîsê yê li Îraq û Urdinê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro sêşem 17ê Gulana 2022an me pêşwaziya balyozê Swîsê yê li Îraq û Urdinê Lukas Gasser kir ku, jiber bi dawî hatina dema pîwerdariya wî serdana me kiribû.
Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraqê û hewlên ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê û pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Swîsê kir.
Me spasiya balyozê Swîsê kir bo liv û tevgerên wî yên bo pêşde birina têkiliyên di navbera welatê xwe, Îraq û herêma Kurdistanê de û di pîwerdariya wî ya nû de jî me serkeftin jê re xwest.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin