Konserteke din ya Kurdî hat betal kirin

beriya niha Konserta Aynûr Dogan jî hatibû qedexekirin.
کوردستان TV
100%

Biryar bû îro li Mûsê were organîzekirin.

Biyar bû îro sêşem 17ê Gulanê Metîn û Kemal li bajarê Mûşê ya Bakûrê Kurdistanê konserteke Kurdî organîze bikin lê ev konserta han ji aliyê Walîtiya Mûşê ve hatiye qedexekirin.

Metîn û Kemal eşkere kirine ku duhê piştî bi dawî hatina dema dewama fermî, bi rêya telefûnê ji wan re hatiye gotin ku nabe konsertê organîze bikin û organîzekirin hatiye qedexekirin.

Weke tê zanîn beriya du rojan jî konserta Hunermenda Kurd Aynûr Dogan jî hatibû qedexekirin.

Çand û Huner

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.