Dibêje Tirkiye û Erdogan ji NATO bavêjin.
Gengeşeyên li dor endam bûna Swêd û Fenlendayê di nava NATO de didomin û duhê bi şev jî Serokkomarê Tirkiyeyê gotibû ku ev qebûl nakin ev her du welat bibin endamên NATO.
Piştî gotinên Erdogan Senatorekî bihêz û bibandor yê Kanadayê bi navê Leo Housakos daxwaz ji NATO kir daku Tirkiye û Erdogan ji NATO bavêjin.
Ev Senatorê han diyar kiriye ku eger Tirkiye berdewam be li ser hewlêsta xwe ya li hember Swêd û Fenlendayê, vê demê têkiliyên navbera Tirkiye û NATO bi temamê têk diçin û di encam de Tirkiye û Erdogan ji NATO yê tên avêtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin