130 kes bo nexweşxaneyan hatine veguhastin

biryare sibê çarşemê dawî bi xwelîbarînê were.
کوردستان TV
100%

Pêla xwelîbarînê li Silêmanî dijwatire.

Birêveberatiya tendirostiya Silêmanî eşkere kir ku, jiber ev pêla xwelîbarînê yaku ev du roje parêzgeha Silêmanî daye berxwe, hinek welatî rastî kêşe û arîşeyên tendirostî hatine.

Di daxuyaniya birêveberatiya tendirostî de hatiye diyarkirin ku di nava wan du rojan de bi giştî 130 welatî jiber ku xwelîbarîn bandor li ser tendirostiya wan kiriye bo nexweşxaneyan hatine veguhastin û hatine tedavîkirin.

Weke tê zanîn îro jî ev pêla xwelîbarînê Hewlêr daye berxwe û biryare sibê bidawî were.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.