Li ser mijara NATO Tirkiye û Amerîka tiştên beruvajî dibêjin.
Piştî gerim bûna mijara wer girtina her yek ji Swêd û Fenlendayê weke endam di nava NATO yê de, Tirkiye bertek nîşan da û ragihand ku Tirkiye naxwaze ev du welat bibin endamên NATO.
Tirkiye eşkere kiriye ku jiber ev her du welat bi eşkere piştîvaniya pkk, pyd û cemaeta gulen dikin û kesên daxwaz kirî radestî Tirkiyeyê nakin, em naxwazin ev her du welat bibin endamên NATOyê.
Duhê bişev jî Serokkomarê Tirkiyeyê gotibû ku bila Swêd û Fenlenda xwe newestînin jiber ku Tirkiye rê nade bibin endamên NATOyê.
Her li ser vê mijarê jî Amerîka daxuyaniyên cudatir dide û dibêje li gor hevdîtinên me yên li gel rayedarên Tirk, em bawerin ku emê lihev bikin û ti pirsgirêkek di wergirtina Swêd û Fenlendayê de dernekeve.
Duhê bişev jî Peyvdara nû ya koşka spî Karine Jean-Pierre derbarê daxuyaniyên rayedarên Tirkiyeyê de gotibû ku ev tenê gotinin emê lihev bikin. Jiber ku di civînên navbera wezîrên derve yên Amerîka û Tirkiyeyê de derfeteke gelek baş bo lihev kirinê hatiye afirandin.
Ji aliyeke din ve Almanya, Franse û Sekreterê giştî yê NATO yê jî diyar kirine ku, ti astengiyek di wergirtina Swêd û Fenledayê di nava NATO yê de tuneye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin