Dibêjin sedema giraniya heyî rayedarên Îranê ne.
Meleyeke Îranî di gotareke xwe de yaku ji aliyê malpera iranianuk ve hatiye weşandin, li xwe mokir hatiye û dibêje li Îranê giraniyeke bêhempa heye û sedema sereke ya vê giraniya han jî rayedar û meleyên Îranê ne.
Li gor gotinên ev melayê han, ev kesên ku pêdiviyên rojane yên xelkê depo dikin û nafiroşin daku li bazarê buhayê wan bilind bibe tevahiya wan qaşo mele, nimêjker û oldarin.
Weke tê zanîn ev zêdetir ji yek hefteye li Îranê jiber giraniya ku heta niha nehatiye dîtin, li gelek bajaran xwepîşandan hene û heta niha çend kes jî di xwepîşandanan de ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatine kuştin.
Ev lînka gotara meleyê Îraniye.
https://www.youtube.com/watch?v=N6HJCXoaslg
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin