Balyozê Amerîkayê xatira xwe ji Serokwezîrê Kurdistanê xwest

pîwerdariya balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê bi dawî hat.
کوردستان TV
100%

Di civînê de behsa rewşa Îraqê jî hatiye kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Îraqê Matthew Tueller kir û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro duşem 16ê Gulana 2022an me pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Îraqê Matthew H. Tueller kir ku, jiber bi dawî hatina dema pîwerdariya xwe serdana me kiribû.

Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Robert Palledino jî têde beşdar bû, me spasiya balyozê Amerîkayê kir jiber hewlên wî yên bo pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Amerîkayê di dema pîwerdariya xwe de li Îraqê de û hêviya sekreftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.

Nirxandina guhertin û pêşhatên dawî yên Îraqê, pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Amerîkayê bi taybetî di warê bazirganî û hilbirînê de, mijarên din yên civîna han bûn.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.