Zirarên madî bi şêniyên gund ketine.
Li gor zaniyariyên berdest, duhê bişev gerîlayên pkkê li gundê helkêran ya li Quntarê çiyayê Dêlê li herêma Biradostê êrîşî ser navendeke leşkerî ya Tirkiyeyê kirine û artêşa Tirkiyeyê jî bersifa êrîşê daye.
Şer û pevçûn bi qasî sê seatan dom kiriye.
Zaniyarî behsa vê yekê dikin ku ji her du aliyan kuştî û birîndar hene, artêşa Tirkiyeyê seat 5ê sibê bi kopteran kuştî û birîndarên xwe veguhastiye û termê 4 gerîlayan jî di nava gundê de maye.
Herwiha hate zanîn ku di encama şer û pevçûnan de zirarên madî yên mezin bi şêniyên gund û xaniyên wan ketine, gelek sewalên şêniyan gule berwan ketiye û çend malên gundê jî jiber pevçûnê rastî zirarên madî hatine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin