Konserta Aynûr Dogan hat hilweşandin

jiber stiranên Kurdî ev konsert hatiye hilweşandin.
کوردستان TV
100%

Jiber stiranên Kurdî ev konsert hatiye hilweşandin.

Beriya niha biryar bû di 20ê Gulanê de, Hunermenda navdar ya Kurd Aynûr Dogan li bajarê Kocelî ya Tirkiyeyê konsertek organîze bike.

Lê duhê Walîtî û Serokê bajarvaniya Kocelî eşkere kirine ku rê nadin ti konsertek li vê bajarê were organîzekirin.

Ev biryara han bertekên tund li pey xwe anîn û gelek kes qala vê yekê dikin ku jiber stiranên Kurdî biryara hilweşandina konsertê hatiye dayîn.

Çand û Huner

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.