Jiber dorpêç û qirîza darayî ev cara ewile Îran elektirîk hawirde bike.
Li gor raporteke wezareta enerjiyê ya Îranê di meha derbasbûyî de rêjeya hawirde kirina elektirîka Îranê sedî 72 zêde bûye ev di demekê deye ku di heman mehê de henarde kirina elektirîkê ji Îranê sedî 54 kêm bûye.
Wezaretê diyar kiriye ku sedema vê yekê çê nekirina projeyên nûjen yên hilbirîna elektirîkê, qirîza darayî û dorpêçên cîhaniye li ser Îranê.
Hikûmeta Îranê beriya niha ragihandibû ku lazime 3500 mg zêdetir elektirîk hilbirîne, lê heta niha tenê kariye 1200mg elektirîk hilbîne.
Weke tê zanîn qirîza darayî tenê kerta elektirîkê felec nekiriye belku jiyana rojane ya xelkê Îranê jî xistiye bin bandorê xwe û niha li gelek bajarên Îranê jiber qirîza darayî, bêkarî û giranî xwepîşandanên berfire hene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin