Tirkiye rastî qirîzeke nû dibe

jiber biryara Hindistanê vê buhayê nanê li Tirkiyeyê hîn girantir bibe.
کوردستان TV
100%

Weke Îranê li Tirkiye jî buhayê nanê giran bûye.

Qirîza darayî, bêkarî û giranî ya li Tirkiyeyê weke Îranê berdewame û ev qirîza han bandoreke gelek dijwar li ser rewşa abûriya xelkê kiriye.

Niha li Tirkiyeyê buhayê nanekê 4 lîre û 500 qirûşe û yekîtiya nanpejên Tirkiyeyê jî biryar daye ku buhayê nanê hîn girantir bike.

Ji aliyeke din ve duhê hikûmeta Hindistanê ku yek ji welatên sereke ya hinarde kirina genimê ye biryar daye ku hinarde kirina genimê qedexe bike. Yek ji wan welatan ku genimê herî zêde ji Hindistanê dikirî, Tirkiyeye, lewre pispor dibêjin ku jiber vê biryara Hindistanê vê Tirkiye rastî qirza genimê jî bibe û lewre buhayê nanê gelek giran bibe.

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.