Hikûmeta herêma Kurdistanê dê xelatê bide Şehram Nazirî

şehram Nazirî heta niha 40 albûmên curbicur tomar kiriye.
کوردستان TV
100%

Wezareta Rewşenbîrî û karûbarên Ciwanan a herêma Kurdistanê dê xelata rûmetê pêşkêşî hunermendê navdarê Kurd Şehram Nazirî bike.

Rêveberê Ragihandina Wezareta Rewşenbîrî û karûbarên Ciwanan Namiq Hewramî ji Rûdawê re ragihand, hunermend Şehram Nazirî li ser vexwendina wezaretê li Hewlêrê ye.

Hewramî diyar kir ku roja 16ê Gulanê di merasîmeke li Salona Pêşewa ya li Hewlêrê de ji ber xebatên wî yên di warê hunerî de, dê xelata rûmetê bidine Şehram Nazirî.

Hewramî amaje bi wê yekê jî kir ku di merasîma xelatdayînê de dê belgefîlmek li ser jiyan û hunera Nazirî were nîşandan û diyar kir ku dê komeke muzîkê ya Hewlêrê çend berhemên hunermend pêşkêş bikin û Şehram Nazirî dê bi xwe jî stranan bêje.

Şehram Nazirî xwediyê zêdeyî 40 albûman e û di sala 1949an de li parêzgeha Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Hostayê setarê ye lê tembûrê jî lêdixe. Ji bilî lêxistina muzîka klasîk a Fars û Kurdî Şehram mesnewiya Mewlanayî baş dizane.

Çand û Huner

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.