Serok Barzanî û balyozê Belcîkayê behsa rewşa Îraqê kirin

di civînê de giftûgo li ser rewşa Şingal û Sûriyeyê jî hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Li Pîrmamê Serok Barzanî li gel balyozê Belcîkayê civiya.

Îro şemî li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Becîkayê yê li Bexdayê Filip Vanden Bulcke kir.

Di civînê de giftûgo li ser rewşa siyasiya Îraqê û astengiyên berdem prosesa siyasiya Îraqê hate kirin.

Di berdewamiya civînê de balyozê Belcîkayê Filip Vanden Bulcke rixmî diyar kirina rêzdariya xwe ya li hember rola Serok Barzanî di têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê de, hevdem jiber hemahengiya navbera hikûmeta Kurdistan û Belcîkayê jî spasiya hikûmketa herêma Kurdistanê kir.

Di berdewamiya civînê de nîqaş li ser rewşa Sûriye, girîngiya normal kirina rewşa Şingalê û vegera xelkê Şingalê bo deverê hate kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.