Ukrayna: Zêdetir ji 27 hezar leşkerên Rûsî hatine kuştin

200 balefirên şer yên Rûsî jî hatine xistin.
کوردستان TV
100%

Zêdetir ji 2 mehaye şer di navbera Rûsye û Ukraynayê de didome.

Wezareta berevanî ya Ukraynayê ragihand ku ji 14ê Sibata 2022an roja ku Rûsiye dest bi êrîş kirine ser Ukraynayê kiriye heta roja 13ê Gulana 2022an bi giştî zêdetir ji 27 hezar leşkerên Rûsî ji aliyê artêşa Ukraynayê ve hatine kuştin.

Li gor daxuyaniya han di nava 24 seatên dawî de herî kêm 300 leşkerên Rûsî hatine kuştin.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de wezareta berevanî ya Ukraynayê eşkere kiriye ku di nava heman demê de 200 balefir, 163 kopter, 1218, 2 hezar û 938 tirimbîlên leşkerî û 88 sîstemên berevanî yên esmanî yên Rûsî jî hatine jinavbirin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.